Discover
SBS Kurdish - SBS Kurdî
SBS Kurdish - SBS Kurdî
Author: SBS
Subscribed: 217Played: 12,352Subscribe
Share
© Copyright 2025, Special Broadcasting Services
Description
Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.
1223 Episodes
Reverse
Di vê bûletene de: Australya ji bo parastina Emîrtên Erebî li dijî êrîşên Îranê balafirek û mûşekan dişîne... Hat hişyarkirin ku Australîyên li Rojhilata Navîn dijîn, divê tavilê herêmê biterikînin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Today’s discussion examines the situation of Australian women and children detained in Roj camp in north-eastern Syria. The camp, administered by the Autonomous Administration of north-eastern Syria, houses families of foreign nationals allegedly associated with the Islamic State. Many of the children have lived most — if not all of their lives within the camp’s confines. In this interview, Khalid Ibrahim of the External Relations Department of the Autonomous Administration provides insight into current conditions, with particular attention to the circumstances facing the Australian women and children. - Îro em ê li rewşa jin û zarokên Australîye ku li kampa Roj li bakur-rojhilatê Sûriyê girtî ne binêrin. Kamp, ku ji hêla Rêveberiya Xweser a bakur-rojhilatê Sûriyê ve tê birêvebirin, malbatên kesên biyanî yên ku tê îdiakirin bi Dewleta Îslamî ve girêdayî ne dihewîne. Gelek ji wan zarokan ku piranî - an jî hemî - jiyana xwe di kampê de derbas kirine. Di vê hevpeyvîna bi endamê Beşê Têkiliyên Derve li Rêveberiya Xweser a bakur-rojhilatê Sûriyê em bi Xalid Ibrahim re li ser rewşê û bi taybetî li ser jin û zarokên Australî diaxafin.
Di nav du mehan de li Tirkiyê 58 jin hatin kuştin, ku di 18ê mehê de şeş jin di rojekê de bi destê hevjînê xwe hatin kuştin. Yek ji wan, jineke 33 salî bû li bajarê Wanê. Hevjînê wê bi efuyê ji zindanê derketîye ku wî li ber çavên çar zarok û xwesiya xwe, hevjîna xwe Gonul Alkan bi derbeyên kêrê kuşt, ji ber ku Gonul telaqa xwe xwestîye.
Navenda Laliş ji bo xizmetkirina tevahiya civaka Êzidî li seranserê cîhanê hatiye avakirin. Lewma ji nuha ve daxwaz hatiye kirin ku bêtir giringî bidin Navenda Lalişê û li welatên cîhanê yên ku civaka Êzidî lê dijîn, liqên nû yên Navenda Laliş bên vekirin, da ku bêtir xizmeta civaka Êzidî bikin.
Di bûletena îro de: Andrew Mountbatten-Windsor piştî 12 demjimêran di bin çavdêriya polîsan de hat berdan... Lêgerîna bapîrê 85 salî yê hatî revandin berdewame... Û di werzîşê de, Indra Brown ya ciwan di fînala nîv-lûleya azad de bi ser ket dema ku Australya dixwaze mêdalîyan zêde bike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Roja 21ê Şibatê, Roja Zimanê Dayikê ye. Li Amedê jibo wê rojê komele û tevgerên zimên bernameyên curbicur amade dikin. Demet Ceylan behsa van bernameyan dike.
Di vê bûletene de: Opozîsyona Federal dibêje divê pasaport ji jin û zarokên ku bi koma Dewleta Islamî (DAIŞ) ve girêdayî ne nehatibûna dayîn... Adelaide dê ji sala 2027an pê ve mazûvaniya MotoGP bike... Û Mary Flower di tîmê Matildas de ji bo Kûpa Asyayê ya meha bê hat hilbijartin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Di meha Remezanê de, bi mîlyonan Misilman ji şefaq heta rojava her roj ji xwarin û vexwarinê dûr dimînin, hin caran ji bo mehekê di rojên havînê yên dirêj û germ de. Her çende ku rojîgirtin xelatên giyanî yên hene û hin feydeyên tenduristiyê tîne, di heman demê de ew barekî giran li ser laş çêdike — bi taybetî ji bo kesên ku bi nexweşiyên kronîk re dijîn. Ji bo ku vê meha pîroz bi awayekî tenduristî derbas bikin, mêvanê me îro Dr Elî Zêbarî ye da em derbarê kesên ku nexweşiya kronîk hene bipeyîvin.
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ku her sal reveberên welat, hêz û herêman bi rojeva siyasetên ewlehiyê tîne cem hev, konferansê îsal mazûvaniya şandeyeke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir. Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi fermî beşdarî konferansê bûn. Civînek di navbera wezîrê derve yê Sûriyê Esaad al-Şeybanî û şandeya HSDê pêk hat. Em derbarê Konfirensê û civînê bi analîstê siyasetê Dr Ekrem Onen re diaxafin.
The last remaining Australian women and children with links to the I-S group have been sent back to a Syrian camp after attempting to repatriate themselves home. The group of 34 left al-Roj in the country's northeast overnight - but a communications issue with Damascus forced their return to the camp. - Jin û zarokên Australî ye ku bi Koma Dewleta Islami ve girêdayî li Sûriyê mane, piştî hewldana vegerandina xwe bo welatê xwe, ji bo kampeke Sûrî hatin şandin. Koma ji 34 kesan şevekê ji kampa Roj li bakur-rojhilatê welêt derketin - lê ji ber pirsgirêkeke danûstendinê bi Şamê re, ew neçar man ku car din vegerin kampê.
Di vê bûletene de: Raportek nijadperestiya di zanîngehên Australya de eşkere dike... Li Canberra li ser vegerandina Australîyên ji kampeke li Sûriyê nakokî hene... Û di werzîşê de, Soccerooyek ji bo mayîna salê bê lîsk ma. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Di bûletena îro de: Angus Taylor wek serokê nû yê opozîsyonê hat hilbijartin... Donald Trump ji Isaac Herzog dixwaze ku Benjamin Netanyahu efû bike, ew nûçe û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Helbesta ‘’Ez xortê Kurd im, pir bi nav û deng", xwediyê wê, rewşenbîr, dîrokzan, zimanzan û nivîskarê Kurd Mehmet Emîn Bozarslan e, ku li welatê Swêdê koça dawî kir. Bozarslan ji Amedê ye û 49 salan ji welatê xwe dûr bû.
Di bûletena îro de: Angus Taylor namzediya serokatiyê radigihîne, di demekê de ku pêşniyara rijandina Lîberalan tê dayîn... NATO mîsyona nû ya Ark-tîkê li Grenlandê radigihîne... Û di werzîşê de, Scotty Jamesê Australî di pêşbirka nîv-lûleyê (halfpipe) ya Olîmpiyada Mêran de biserdikeve. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Di vê bûletene de: Li Australyayê erzanbûna kirêkirinê bi lez û bez xirabtir bûye kirin... Endamê serokatiya opozîsyona federal Andrew Bragg dibêje divê Angus Taylor ji serokatiya opozîsyonê îstifa bike... Karwaneke leşkerî ya şervanên Kurd ji bajarê Hesekê vekişiya, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Baregeha Mesûd Barzanî ragihand ku roja Duşemê 9î Şibatê peywendiyeke telefonî di navbera rêzdar Mesûd Barzanî û Tom Barack, Nûnerê Donald Trump jibo karûbarên Sûriyeyê de hat encamdan, û tekeze li ser berdewamiya hevalbendiya gelê Kurdistanê û Amerîkayê kirin. Herweha di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê behx li ser dirêjkirina pêkanîna hukumeta Iraqê, û rênekeftina Partî û Yeketî li ser posta serokkomar ku qet li ser wê postê rênakevin.
Di vê bûletene de: Serokwezîr dibêje vexwendina Serokkomarê Îsraîlê Herzog bo Australya rast bû û banga aramiyê dike... Hukûmet siyaseta xwe ji bo bidawîkirina tundûtûjiya li dijî jin û zarokên Neteweyên Yekem radighîne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Dozens of people have been arrested after a demonstration against Israel's visiting president descended into chaos. New South Wales Police say 10 of the 27 people arrested on Monday night were taken into custody for assaulting police, while witnesses have alleged that some officers were seen beating and deploying pepper spray at attendees. - Piştî xwepêşandaneke li dijî serokê Îsraîlê ku veguherî nearamiyê, bi dehan kes hatin girtin. Polîsê New South Wales dibêje 10 ji 27 kesên ku şeva Duşemê hatine girtin, ji ber êrîşa li ser polîsan hatine girtin, di heman demê de şahidan îdia kirine ku hin efser hatine dîtin ku li beşdaran dixistin û spreya îsotê bikar tînin.
Di bûletena nûçeyên îro de:Rêberên xwecihî dibêjin ji bo birêvebirina hewldana êrîşeke terorîstî ya li dijî civakê gelek tişt dikarin werin fêrkirin ... Seroka Banka Navendî hêviyên kêmkirina rêjeya faîzê di mehên li pêş de pûç dike, ew nûçeyan û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Democracy and the rules-based international order are under threat, according to the latest annual report by Human Rights Watch. There's a particular focus on the United States and what the international body describes as its erosion of human rights, but there is also a spotlight on Australia. Australia's immigration and youth detention policies are listed as 'significant failings', cited as the only Western democracy without a national human rights act. - Li gorî rapora salane ya dawî ya Çavdêriya Mafên Mirovan - Human Rights Watch, demokrasî û rêziknameya navneteweyî ya li ser bingeha rêzikan di bin gefê de ye. Balkêşiyeke taybet li ser Dewletên Yekbûyî û tiştê ku saziya navneteweyî wekî têkbirina mafên mirovan bi nav dike heye, lê di heman demê de balkişandinek li ser Australya jî heye. Siyasetên koçberî yên Australya û girtina ciwanan wekî 'kêmasiyên mezin' têne navnîş kirin, ku wekî yekane demokrasiya rojavayî ya bê qanûneke mafên mirovan a netewî tê binav kirin.
















spas bû êwe ez bû hin bûni Kurmanji guhdarî dekem
Silav û dembaš spas ji bo dengê we yî xweš.ez،ebolqasim yezdanî,ji kurdin kûçberbûy bi îranêvme,ez dûblor û nivîskar,derhonerê šano û fîlmin kurdî û farisî me,kêyfxweš dibim em hevpeyvînek me li ser honer û çandê kurdî û bi tayibet derbarê kurdin xorasanê hebe.spas û demxweš. 0902 4758612/ abolghasem.yazdani@gmail.com