DiscoverKurdish Lessons Podcast
Kurdish Lessons Podcast
Claim Ownership

Kurdish Lessons Podcast

Author: Kurdish Lessons

Subscribed: 52Played: 615
Share

Description

Learn Kurdish Language while listening to short and amusing stories.

Patreon: https://www.patreon.com/kurdishlessons

Youtube: https://www.youtube.com/channel/UCvutKJerMREoQtzXiQaDNBQ
Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons
Instagram: https://www.instagram.com/kurdishlessons_/
32 Episodes
Reverse
Çîroka Hozanî û Zelalê 05Merheba ji we re, êvar baş, ez dibêjim êvar baş li bajarê min niha saet heşt û nîv e, pardon, biborin, saet ne heşt û nîv e, saet neh û nîv e. Min xwesik şaş kir, min saet şaş got. Saet neh û nîv e. Belkî hûn bibêjin; Gulê, xêr e? Tu çima dîsa hatî? Gulê, xêr e? Tu diçî, tu têyî, tu gelek rojan podcastan çênakî û tu ji nişkê ve dîsa vedigerî ser karê xwe. Te xêr e? Çima? Erê, hûn rast dibêjin. Li hemberî van pirsan ez nizanim çi bibêjim. Lê heke ez bibêjim, jiyan gelek caran gelek pirsgirêkan derdixe ser pêşiya mirov û carinan tu nizanî tu çi dikî, yu yê çi bikî. An jî tu naxwazî bikî. An jî karê te baş diçe, tu dibêjî ez vê çênekim jî, ez vî karî nekim jî, ez podcasteke nû tomar nekim jî, karê min dimeşe. Besî min e! Besî min e! Ez bawer im, piçekî wisa bû. Ji xeynî jiyanê, ji van tiştan, gelek tişt hatin serê min. Ez naxwazim betsa wan bikim, ji ber ku gelekî xemgîn in. Heke ez bessa wan tiştan bikim, ez ê bigirîm. Ez nikarim bisekinim, ez ê gelekî xemgîn bibim. Em ê vegerin ser karê xwe, okay? Û han dizanin çi bû? Doh xwendekareke me ya hêja, xwendekareke me ya Amerîkî got, ji min re email, ji min re ji WhatAppê peyamek şand, got; Gulê, ez dixwazim tu podcsteke nû çêkî, gelek podcastan çêkî, materyalan çêkî ji bo guhdarîkirinê. Û ez ê weke ku em dersekê bikin, ez ê haqê podcastê, haqê materyalê ji te re bişînim. Haq - the fee. Pêşî min got, na na ez ê çêkim, ez dixwazim çêkim. Paşê wê got, heke tu pare bistînî, heke tu haqê wê ji min bistînî, tu yê zûtir çêkî. Paşê, ez fikirîm, min got, rast e. Heke kesek ji bo karekî pare bide min, ez xwesik deyndar his dikim. Ez dibêjim ev deynê min e. Wî kese, wê kesê ev pare da min, divê ez vî karî xelas bikim. Divê ez vî karî bikim. Ez mecbûr im. Ez nikarim taloq bikim. Ez nikarim bibêjim, roeken din, saeteke din, demeke din, hefteyeke din. Na, ez nikarim. Ez mecbur im xelas bikim. Û paşê min ji wê re nivîsî, min got; tu rast dibêjî. Heke tu haqê van materyalan ji min re bişînî, ez ê zûtir çêkim. Çimkî dema ku kesek pare dide min, kesek haqê tişteki dide min, ez wî karî gelekî zû xelas dikim. Ez bawer im gelek kes wisa ne. Ji ber ku tu dibêjî, ez deyndar im. Wî kesê, wê kesê deyn da min. Û ji xeynî peyama vê xwendekarê, îro xwendekarekî me yê beginnerê ji min re got; mamoste, tu çima methoda AJ Hoge bi kar nayînî û tu wek materyalên wî amade nakî? Ez bi vê peyamê gelekî kêfxweş bûm, ji ber ku berî salan, min li AJ Hoge guhdarî kiribû û bi rastî û bi rastî, ez rastiyê dibêjim, bi xêra methoda wî, bi xêra dubarekirinên wî, bi xêra listeningên wî, bi xêra materyalên wî, inglîzîya min baştir bûbû. Û min ji xwendekarê xwe re got, navê wî Hesen e, min got; Hesen spas te anî bîra min. Te AJ Hoge anî bîra min. Min ew ji bîr kiribû. Niha AJ Hoge hat bîra min. Methoda wî hat bîra min. Min got; erê, methoda wî gelekî baş e. Ez çima methoda wî çênakim. Ez çima methoda wî naceribînim. Lê paşê hat bîra min, di destpêkê de, yanî dema ku min berî 2-3 salan podcast tomar kiribûn, min çîrok gotibûn. Belkî we gelekan li wan podcastan guhdarî kiribe. Podcastên detspêkê, podcastên min ên destpêkê, piçekî wek methoda wî ne. Ez jî li wir çîrokan dixwînim û li ser çîrokan hin pirsan dikim. Ev method gelekî navdar e, ji ber ku min podcastên rûsî de dîtibû. Di podcastên inglizî de jî dîtibû. Ev method, yanî çîrokek heye, paşê li ser wê çîrokê pirs tên kirin û tu mecbûr î bersiva wan pirsan bidî, cewaba wan pirsan bidî. Min jî ev cerabandibû. Lê AJ Hoge, AJ Hoge dema ku pirsan dipirse, ew pirsekê deh cari dipirse, Ew pirsê diguherîne, û mijarê diguherîne, pirsên din dike. Yanî, ew ji bo, li ser çîrokeke gelekî kurt, dikare bi saetan bipeyive. Gelekî jêhatî ye. To see the whole transcription https://kurdishlessons.com/ciroka-hozani-u-zelale-05-kurdish-lessons-podcast/
Xeleka 5an 💝
Xeleka 4an 🎈
Xeleka 3yan 🧿
Xelekeke nû 🙌
Rojeke min 💟
Hamburgerek û Petatên Sorkirî Ew birçî ye. Ew diçe McDonaldsê. Ew di dorê de disekine. Ew li hêviya doro xwe ye. Ew hamburgerekê sîparîş dide. Ew pakêteke mezin a petatên sorkirî sîparîş dide. Ew sodayeke mezin sîparîş dide. Ew haqê sîparîşa xwe dide. Ew meqbûza xwe distîne. Ew li hêviya xwarina xwe dimîne. Ew hejmara wî dibêjin. Xwarina wî amade ye.  A Hamburger and Fries He is hungry. He goes to McDonald’s. He stands in line. He waits his turn. He orders a hamburger. He orders large fries. He orders a large soda. He pays for the order. He gets his receipt. He waits for his meal. They call his number. His meal is ready.
Niha ez çend salî me, kî me, nizanim. Lê dema ku diya min ev çîrok ji min re got, ew 2016 salî bû û ez jî şeş heft salî bûm. Wekî ku hûn jî dizanin, tştên zarokatiyê ji “bîr”a mirov naçin. Ev hevok bawer im serê "bîr”a mirov bi xwe ye. Jixwe ti mirov nizane "bîr”a wi ji ku derê dest pê dike. Ku mirov zanibûya "bîr”a wi ji ku derê dest pê dike, we li dû biçûya û wê harakîri bikira.
Şofêrên Gundan Rêwî me, di otobusê de me. Rêwitiya me ber bi gund ve ye û rêwîyên me jî hemû gundî ne: jin, mêr û zarok hene.  Ji ber ku rêya gund ne bi qîr û asfalt e, kert û kortal lê vebûne û ava barana vê buharê hîn jî di wan kortalan de dibiriqe. Şofêrên li gundan pirî caran ecêb dibin, lewra dema ew ji ser keran dadikevin, dest ji hefsarên hespan berdidin û li ber dîreksiyonekê rûdinin, ji wan wetrê ew ê êdî ji vê dunyayê jî derkevin. Û derdikevin jî… ji dunyayê der û dûr dikevin. Lewra di demên welê de haya wan ji wan nabe ka ew çawa diajon. Û Xwedê dizane piraniya ji van şofêrên gundî ehliyetên ajotinê jî nînin. Ew bawer dikin ku meriv tenê pêl pedalan gaz û frênê dikin, vîtesan bi cih dikin û dîreksiyonan çerx dikin. Lewra şofêrê me jî anuha tenê evê yeko dike û evî karî dike: dajo. Her cara ku gironekên otobusê rastî kortaleke rê tê, di hundurê otobûsê de em li çep û rastê xwe, li jêr û jora xwe weke ava dewlekê diçelqin, em destê xwe bi derina ve digirin ku em li hêlekê nekevin. Ji rêwiyan yekî bi şaşik deng li şofêr dike ku ew hinekî hêdî bajo. Lê deng naçe şofêr an jî ew deng nabe xwe. Mêrikê bi şaşik dîsa bang lê dike û jê dixwaze ku hêdî bajo. Lê şofêr her weke xwe ye û weke xwe dajo. Mêrikê bi şaşik cara sisêyan bi dengekî bilindtir re ji kursiyê radibe ser xwe û dibêje: -  Yao ma deng nayê te, Xwedê jê razî! Meriv ji te re dibêje hêdî bajo, lê tu her weke xwe dikî. Ma tu nabînî bê jinên bi zik hene. Hinekî fam bike, ev çi serhişkî ye! Mîna ku şofêr bixwaze serhişk bimîne destê xwe jî ji ser dîreksiyonê radike, weke baweşînkekê li ba dike û dibêje: -  Em bi karê xwe dizanin, hecî… tu li cihê xwe rûne. Weke nîşana nerihetiyê ufînî bi hecî dikeveî bêyî ku ku cihê xwe rûne, vê carê bi hêrs dibêje. -  Himmm… de were safî bike! Lawo ji Xwedê bitirse, Xwedê… bila hinekî hurmeta te hebe. Min got rêwiyên jin hene, jinên bi zik hene… ev çi zirzopî ye îcar! Şofêr î zirzop jî bi qasî wî nerihet dibe û dibêje: -  Erê hecî, te çi ji zikê jinên xelkê ye?... tu li cihê xwe rûne! Ma te jin heye? Ne tenê li vir di temafîlê de, li malê jî te jin nîne… de îcar te çi ji jinên xelkê û zikê wan e!? Hecî bi hêrs dest davêje şaşika serê xwe, sererast dike û dibêje: -  Ev çi gotin in, ûtamez! Jin jin in… ma di vir de jina min û te heye, jina bi zik divê herkes lê xwedî derkeve û destê xwe di ser re bigire. Û yekî din, nerind û firqûzekî din li hêla dawîn xwe aciz dike, bi gotinan dikeve navîna şofêr û hecî û destê xwe ber bi hecî dirêj dike. -  Fedî bike, hecî, fedî… qaşo tu çûyî mala Xwedê! Ma ev jî gotin û şîret in ku tu dikî. Tu behsa jineke bi zik dikî ku divê em hemû xwedî lê derkevin! Şofêr rast dibêje: te çi ji jinên xelkê ye, ma em destê xwe di ser çiyê jinê re!.. Yek ji wî, yek ji yê din… pêvçûnek derdikeve û hundurê otobûsê ji wan kert û kortalên rêya gund xirabtir diheje. Hesenê Metê
Êvareke reş û tarî ber bi şevê de diçû. Heyvê xuya nedikir û çav çavan nedidît. Li derve baraneke hûr hûr dibarî. Baranê bêhna erdê xweş kiribû. Yek car ji dûr ve ewtîn û zûrîna kûçikan dihat. Hin kesên ku dereng mayî gavên xwe bi lez diavêtin, por û sermilkên sakoyên wan şil bûbûn. Solên wan ji ber baran û axê di nav heriyê de mabûn. Gava li derî xistin û ketin hundirê malê jin û zarokên li salonê ku guhê xwe û laşê xwe dirêjî ber bi odeya mêvanan kiribûn xwe dan alîkî ji bo mêvan derbas bibin. Piştre dîsa guhê xwe bel kirin ber bi odeya mêvanan ve.  Ji pirtûka Kenan Soylemezî, Şakir: tizbî, destmal û taske av
1.  Ez diçim mala hevalên xwe. Ez çûm mala hevalên xwe. 2.  Ez hevalên xwe dibînim. Min hevalên xwe dîtin. 3.  Hevalên min xwarinê çêdikin. Hevalên min xwarin çêkir. 4.  Hevalên min xwarinên xweş û çayê çêdikin. Hevalên min xwarinên xweş û çay çêkirin. 5.  Dê û bavê hevalên min tên. Dê û bavê hevalên min hatin. 6.  Ew jî xwarinê dixwin. Wan jî xwarin xwar. 7.  Piştî xwarinê ew çayê vedixwin. Piştî xwarinê wan çay vexwar. 8.  Çay xweş û germ e. Çay xweş û germ bû. 9.  Birayên hevalên min hene. Birayên hevalên min hebûn. 10.  Birayên wan jî xwarinê dixwin û çayê vedixwin. Birayên wan jî xwarin xwar û çay vexwar. 11.  Piştî çayê em şebeş, pirteqal û sêvan dixwin. Piştî çayê me şebeş, pirteqal û sêv xwarin. 12.  Em sêvên sor û sêvên kesk dixwin. Me sêvên sor û sêvên kesk xwarin. 13.  Piştî xwarin, çay û fêkiyan em diçin derve. Piştî xwarin, çay û fêkiyan em çûn derve. 14.  Li derve hewa xweş e, ne germ e û ne sar e. Li derve hewa xweş bû, ne germ bû û ne sar bû. 15.  Em piçekî diçin û parkekê dibînin. Em piçekî çûn û me parkek dît. 16.  Park mezin e û li wir gelek dar hene. Park mezin bû û li wir gelek dar hebûn. 17.  Em dikevin parkê. Em ketin parkê. 18.  Em li wir digerin. Em li wir geriyan. 19.  Piştî parkê em diçin mala hevalên din. Piştî parkê em çûn mala hevalên din. 20.  Mala hevalên din ne dûr e, nêzîk e. Mala hevalên din ne dûr bû, nêzîk bû. 21.  Em li wir jî xwarinê dixwin û çayê vedixwin. Me li wir jî xwarin xwar û çay vexwar. 22.  Em gelekî têr dibin. Em naxwazin bixwin. Em gelekî têr bûn. Me nexwest bixwin.
LI MALA ME Carekê, li mala me civatek rûniştîbû, ji nişka ve, xortekî boz, porser û çavşîn li deriyê me da. Derbasî hundir bû, yek û yek silav da civatê û rûnişt. Reng û rûyê wî xortî gelekî balkêş bû. Ev civata rûniştî jî, hemû esmer û çavreş bûn.  Hema min dît yekî ji civatê yekser berê xwe da wî mêvanê nû û got: Dizanî ku dilê min bi yên weke te boz dişewite? Taybet di werzê havînê de. Hûn gelek xweh didin. Yekî dî dest pê kir û got, çermê spî gelekî lawaz e, nikare mîna yê esmer bergêriyê ji xwe bike. Yekî dî ji destê wan girt û got, bêguman rengê esmer tim ji yê spî çêtir û ciwantir e. Yekî dî got, çavên reş jî ji yên şîn xweşiktir in. Yekî dî got, ma ne ji lewra piraniya helbestvan û dengbêjan pesnê esmeran û çevên reş daye? Heta demekî ev babet dane dest hev. Hemûyan teqez li wê yekê kir ku postê spî, porê zer, çavên hêşîn tu buhayê xwe nîn in, bi taybet bo zilaman. Hîç derfet nedane wî gencî ku biaxive, yan jî bergêriyê ji xwe bike. Hema hêdîka xortê çûr, boz, porzer û çavşîn, zanî ku cihê wî di vê civatê de nema. Da xwe û rabû şipiya da ku here. Lê beriya ku bi rê bikeve, bi yek gotinê bersiva hemûyan da û got: Ew pertalê gelekî baş e, ne pêdiviyê riklamê ye. *Ev çîrok ji pirtûka bi navê ''Kenê Reş'' hatiye standin. Useful expressions  from the text: silav dayîn - to greet  berê xwe dan - to turn, to redirect dilê kesekî bi tiştekî şewitîn - to feel pity for  xweh dayîn - to sweat pesnê .... dayîn - to prase .... teqez kirin - to ensure, to confirm bi taybet(î) - especially derfet dayîn - to give an opportunity rabûn şipiya -  to stand up, to rise to one's feet da ku - in order to bi rê ketin - to set off, to set out bersiv dayîn - to answer To follow me on Youtube click here 
Girava Skopelosê Beriya 2 hefteyan Mirad û hevala xwe bi hev re çûn betlaneyê. Wan dixwest biçin cihekî nêzî behrê û li wir bikevin avê. Mirad jî, hevala wî jî ji avê gelekî hez dikin. Di destpêkê de wan nedizanî biçin ku lê paşê wan biryar da ku herin giravekê. Li ser internetê lêkolîn kirin, ji hevalên xwe pirsîn û dawiya dawî wan cihek hilbijart. Wan got, em ê herin Skopelosê. Skopelos li Yunanistanê giravek e. Ji bo ku herin Skopelosê, ew pêşî çûn Yunanistanê û ji wir jî bi feribotê çûn giravê. Wan di rêyê de li deryayê temaşe kir, derya çi qas paqij û şîn bû. Kêfa wan gelekî ji şînbûna deryayê re hat û bi kelecanî li hêviya xelasbûna rêyê man. Ji Volosê heta Skopelosê bi ferîbotê nêzî 4 saetan bû. Wan demeke dirêj li deryayê nêrî û di nav xeyalên xwe de wenda bûn. Dema ku gihaştin Skopelosê, hewa gelekî xweş bû. Hêj nebûbû nîvro û piçekî hînik bû. Bêhna ava şor, bêhna deryayê ji her derî dihat, çi qas xweş bû! Ji ber ku Skopelos ne giraveke gelekî mezin bû, wan bi hêsanî otêla xwe dît. Wan nexwestibû li otêleke gelekî mezin bimînin loma wan rezervasyona xwe li otêleke bûtîk çêkiribû. Dema ku Mirad û hevala wî otêla xwe dît, wan ferq kir ku wan biryareke rast dabû. Otêleke sê-qetî, rengê spî, bi balkonên piçûk, gelekî şêrîn xuya dikir. Roja pêşî wan li otêlê û derdora wê bêhna xwe da û ji bo rojên din planên xwe çêkirin. Betlaneyeke dirêj – a long vacation Giraveke dûr  - a far away island Rêyeke xweş – a nice path/way Deryayeke paqij û şîn – a clean and blue sea Hewayeke hînik – a cool weather Aveke şor  - a salty water Otêleke bûtîk – a boutique hotel Biryareke rast – a right decision Çûn betlaneyê – to go on a vacation Biryar dan – to make a decision Lêkolîn kirin to research Temaşe kirin – to watch Wenda bûn – to get lost Bi hêsanî dîtin – to find easily Bêhna xwe dan – to relax
Xwestin - to want  Present Tense  Ez dixwazim - naxwazim Tu dixwazî - naxwazî Ew dixwaze - naxwaze Em dixwazin - naxwazin Hûn dixwazin - naxwazin Ew dixwazin - naxwazin Tu çi dixwazî? Bavê te çi dixwaze? Mamosteya te çi dixwaze? Tu ji min çi dixwazî? Ma tu nizanî ez çi dixwazim? Cîranên we çi dixwazin? Her kes her tiştî dixwaze, lê ti kes ti tiştî nake. Ez dixwazim îşev bi hevalên xwe re derkevim derve. Bavê min dixwaze vegere gundê xwe û li wir kar bike. Mamosteya me dixwaze em zêdetir bixwînin. Hevalê min dixwaze ez ji wî re ji bo rojbûna wî tiştekî xweşik bikirim. Past tenses Min xwest - nexwest Te xwest - nexwest Wî xwest - nexwest Wê xwest - nexwest Me xwest - nexwest We xwest - nexwest Wan xwest nexwest Te çi xwest? Birayê te ji bazarê çi xwest? Min ji bîr kir, te çi xwestibû? Te dixwest xaniyekî nû bikirî, rast e? Her kesî her tişt xwest, lê ti kesî ti tişt nekir. Min xwest li ser xwestinê podcastekê çêkim. Diya min dixwest mala min bibîne, wê mala min dît û gelekî eciband. Birayê min î piçûk dixwest li dinyayê bigere û wî ji Florîdayê dest pê kir.
Di vê podcasta nû de min behsa sê pirtûkan kir.  Yek ji wan min xelas kir. -- Biranîn Yek ji wan min nîvco kiriye. - Bendar Û ya din jî min nû destpê kiriye. - Jinbûn an Dayikbûn
Mala Pîrê Stara Pîrê, çi ye? Bar kirin çi ye? Min bar kir kû? Xaniyê min ê nû çawa ye? 
Di vê podcastê te ez ji we re behsa xwendekarên xwe dikim. Xwendekarên min kî ne? Çima hînî kurdî dibin? Min çawa dest bi dersbêjiyê kir? û hêj gelen tiştên din...
Di vê podcastê de, ez hin şîretan li guhdarên xwe dikim. 
Li ser jiyana min a van rojan, ez çi dikim? dixwazim çi bikim? Rojên xwe çawa derbas dikim? 
Min di vê podcastê de piçekî behsa xwe û piçekî behsa Stenbolê kir. ➤To ask any questions about private and group lessons and Kurdish grammar, our gmail address is kurdishlessons2019@gmail.com ➤To support our works on Patreon:  https://www.patreon.com/kurdishlessons To follow us on social media: ➤Instagram: https://www.instagram.com/kurdishless... ➤Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons ➤Medium: https://kurdishlessons.medium.com
loading
Comments (2)

Kardo Vaisi

دەس خۆش

Mar 30th
Reply

شتا بان

دست خوش

Jul 3rd
Reply
loading