DiscoverCOSMO Kurdî
COSMO Kurdî
Claim Ownership

COSMO Kurdî

Author: COSMO

Subscribed: 52Played: 1,289
Share

Description

COSMO Kurdî, deng û rengê Kurdên Almanya’yê ye. Nûçe û nirxandinên ser mijarên ji Almanya û ji her çar perçeyên Kurdistan’ê, bi beşdariya pispor û mêvanên din di bernameya me de ne.

Wir sind deine vielfältige, kurdische Stimme in Deutschland. Objektive Berichterstattung aus deutsch-kurdischer Perspektive über kurdisches Leben in Deutschland sind bei uns.
263 Episodes
Reverse
Piştî ku Amerîka’yê piştigiriya xwe ya ji bo HSD’ê vekişand, artêşa Sûrî êrîşî HSD’ê dike û rewşa niha de HSD ji herêmên berfireh ên Bakur û Rojhilatê Sûrî vekişiya û parastina Rojavayê Kurdistan’ê dike. Kobanî careke din di bin dorpêçê de ye. Dema agirbestê di 24'ê mehê de diqede. Pisporê zanistên siyasî Dr. Cuma Çiçek rave dike. Von Celil Kaya.
Xwepêşandan û nerazîbûnên di nav welatiyên Îranê de berdewam dikin û hejmara xwepêşandêrên kuştî zêde dibe. Shler Bapiri, çalakvaneke ji rêxistina mafên mirovan Hangaw rewşa dawî rave dike. Von Kamil Basergan.
Ji 6’ê mehê ve taxên Kurdan ên li Bakurê Helebê, Şêx Mesqûd, Eşrefiyê, Benî Zêd di bin dorpêça artêşa Ereb a Sûrî de ne. Meclîsa gel a Helebê jî di daxuyaniyekê ragihand, ku ew ji taxên xwe dernakevin. Hêzên Asayişê yên wan taxan jî bi çekên xwe yên sivik ber xwe didin. Hevpeyvîna digel rojnameger Roj Mûsa. Von Celil Kaya.
Wekî hercarê, di sala nû de hin qanûn û rêzikname tên guhertin. Herwiha li NRW'ê projeyên nû yên avadaniyê û mijara mazûvaniya Olîmpiyadan heye. Di vê podcastê de, emê awireke giştî vedin li ser guhertinên yasayî û îdarî yên ku di sala 2026an de li eyaleta North Rhine-Westphalia û li Almanyayê pêk tên. Von Kamil Basergan.
Cosmo Kurdi Von Celil Kaya.
Almanya siyaseta xwe ya penaberan hişktir dike û alîkariyên ji bo penaxwazan kêm dike, pê re hejmara serlêdanan jî kêm dibin. Von Kamil Basergan.
Bi ser rûxana rejîma Esad salek buhurî. Lê belê Sûrî hîna jî him di warê aborî û him jî di warê ewlekariyê de ji aramî û seqemgiriyê dûr e. Çarenivîsa Rojava û Kurdan hîna jî mijara danûstandinan e. Desttêwerdanên welatên cîran ên wekî Îsraîl û Tirkiye’yê jî bê navber berdewam dikin. Hevpeyvîna digel Ferhad Ehmê, ji rêxistina sivîl PÊL. Von Celil Kaya.
Vartînîs yek ji hovîtiyên salên 90’î yên li Bakurê Kurdistan’ê ye.. Fîlmsaz û derhêner Celil Badikanli û Özlem Diler jî li ser vê karesatê belgefîlmek çêkiriye. Von Celil Kaya.
Di 22'ê Mijdarê de li Bonn'ê konferanseke berfireh aştiyê tê li dar xistin, ku tê de pêvajoya li Tirkiye'yê tê gotûbêjkirin. Von Kamil Basergan.
Rojnameger û nivîskar Perwer Armed bi pirtûka xwe Kemîna Mykonons’ê li ser vê suîqastê hûr bûye û di encama lêkolînkirina bi hezaran rûpel belge û hevdîtinên digel bi dehan şahidan de aliyên vê suîqastê derdixe holê, ku heta niha nedihatin zanîn. Von Celil Kaya.
Roja 26’ê mehê PKK’ê biryara vekişîna hemû hêzên xwe yên çekdar ên ji nav Tirkiye’yê ragihand. Ev pêngav ji aliyê Tirk ve jî bi awayekî erênî hat pêşwazî kirin. Şandeya DEM Partiyê jî bi serokkomar Erdoğan rûnişt û peyam hat dayîn, ku herdu alî di berdewamkirina pêvajoyê de hevbîr in. Rojnameger Amed Dîcle biryara vekişînê û birêveçûna pêvajoya çareseriyê dinirxîne. Von Celil Kaya.
Vê heftê hat ragihandin, HSD’ê û hikûmeta Şam’ê li hev kirine, ku HSD bi sazbûnên xwe wekî sê firqeyan tev li artêşa Sûrî bibe, ku YPJ jî dibe çendîn lîwa di nav wan de. Weha xuya ye, Amerîka û dewletên din ên garantor zext li ser hikûmeta Şam’ê kirine da ku pê razî be. Lê belê Tirkiye di vê yekê nerazî ye. Ji Kobani’yê, rojnameger Lezgîn Îbrahîm vê rekeftinê, şert û mercên paş wê de û herweha pêkaniya cih bi cih kirina madeyên wê şîrove dike. Von Celil Kaya.
Ji Cotmeha 2024’an ve li Tirkiye’yê pêvajoyeke din a çareseriyê dimeşe. Rojnameger Kakşar Oremar salek piştî despêkirina wê, vê pêvajoya aştiyê şîrove dike. Von Kamil Basergan.
Informationstelle Antikurdischer Rassismus vê heftê raporeke li ser bûyerên nijadperetiya dij Kurdan a li Almanya’yê weşand. Rapor ne tê amar û hejmarên van bûyeran dide lê herweha cih dide çendîn gotarên zanist û pisporan, ku di vî warî de kar û xebat dimeşînin. Herweha pêşniyarên zelel jî beşeke vê raporê ne. Em jî ji IAKR bi Passar Hariky re li ser bûyerên nijadpesretiya dij Kurdan û naveroka raporê dipeyivin. Von Celil Kaya.
Di 14’ê mehê de li NRW hilbijartinên xwecihî anku hilbijartinên şaredarî, encumen û qeymeqamiyan hatin li dar xistin. Û di 28’ê mehê de li çendîn bajarên mezin tûra duyem a hilbijartinan tên li dar xistin. Di hilbijartinên xwecihî de herweha meclîsên întegrasyonê jî hatin hilbijartin. Emê jî bi Şahin Kürküt re bipeyivin. Camêr li Bonn’ê ji lîsteya serbixwe ya Kurdî ket wê meclîsê. Von Celil Kaya.
Nearamiya li seranserî Rojhilatê Navîn û bi taybetî Sûriye’yê berdewam dike. Hevdîtinên aliyên Kurdî û hikûmera Şam’ê heta niha bê encam man lê belê hewldan hîna jî berdewam dikin. Em jî vê heftê ji Rêxistina ji bo Gelên di bin Xeterê de, bi Dr. Kemal Sîdo re li ser rewşa niha û herweha rola hêzên herêmî û navnetewî dipeyivin. Von Kamil Basergan.
Li Başûrê Kurdistan'ê rêxistineke aştiyê ya bi navê Khamon hat damezirandin, ku ji bo ji bo pêşxistina aştî û pêkvejiyanê û edaleta civakî dixebite. Em jî vê heftê bi seroka Rêxistina Khamon, Prof. Dr. Zhiya Abbas re li ser armanc û xebatên vê rêxistinê dipeyivin. Von Kamil Basergan.
Prof. Nadîrov û malbata wî mexdûrên siyaseta sirgûnkirinê yên Stalîn'ê. Ji Naxçivan'ê sirgûnî stepên Qazaxistan'ê dibin. Nadîr tevî hemû zordestî û zehmetiyan dixwîne, dibe profesor. Ew herweha dibe hevwelatiyê rûmetê yê wî bajarî ku lê hatibû sirgûn kirin. Prof. Nadirov di 2021'ê koça dawî kir. Von Celil Kaya.
14’ê Îlonê li NRW’ê hilbijartinên herêmî tên li dar xistin, anku şaredar, encumenên şaredariyan, meclîsên navçeyan û herweha meclîsên entegrasyonê tên hilbijartin. Em jî vê heftê bi siyasetmedar û endamê encumena şaredariya Essen’ê bi Shoan Vaisi re li ser birêveçûna hilbijartinan û encamên pêkan dipeyivin. Von Kamil Basergan.
Kurdên Japonya'yê

Kurdên Japonya'yê

2025-08-2246:23

Kurdên Japonya’yê ne ewqas zêdebin jî vê dawiyê gelek di rojevê de ne. Li hember wan pêleke nefretê rabûye û ev yek bûbû mijara kampanyayên partiyên rastgir, ku di hilbijartinên 24’ê Tîrmehê de dengên xwe bi awayekî berbiçav zêdekirin. Nijadperestên Tirk ên ji Tirkiye’yê jî di vê pêla nefretê ya ser torên civakî de piştgirî didin nijadperestên japon. Rojnameger Îrfan Aktan ev sê sal in li ser Kurdên Japonya’yê lêkolînan dike û camêr serê îsal pirtûkek li Kurdên Japonya’yê weşand Von Celil Kaya.
loading
Comments (3)

زەندی

بەگشتی کارەکانتان زۆر جوان و پڕ باشە، دەس و چاوتان خوەش وێت. جا ئەگەر بتوانن هاوکات دەقەکانیش « وەک ژێرنووس» لەگەڵ دەنگەکە دابنن، ئیتر تەواو نایاب:)

Jun 8th
Reply

زەندی

ئەو وتانەی ئەو خاتوونە سەبارەت بە ڕۆژھەڵات هیچی ڕاست نییە، لە ڕۆژهەڵات شتێک بەناو سفرەی ۷ سین بوونی نییە، ئەوانەی کە ئەم کارە دەکەن زیاتر ئەوانەن کە ئەسیمیلە بووگن و، کۆپی فارسەکان ئەکەن..... نەورۆزی ڕۆژهەڵات بە هێڵەکە شکاندن دەست پێدەکات و، دواتر ئاگر کردنەوە و، شاڵخستن و، ڕووێشتن بۆ سەیران و... بەڵام دیارە ئەو خاتوونە هەر لە تیڤی دەسەڵات ئیران باسی نەورۆزی بیستووە!!

May 6th
Reply (1)