DiscoverPerxudres Podcast
Perxudres Podcast
Claim Ownership

Perxudres Podcast

Author: Perxudres Medya

Subscribed: 7Played: 221
Share

Description

Kurdish - Kurmanji podcast on art, culture and literature. Patreon: https://www.patreon.com/14075748/join
508 Episodes
Reverse
Servîsa Darî ya Dengê Amerîka Qasima 2026an ragihand ku Talîbana li Afganistanê hikûmran e, li Xosta li şerqê welêt 650 enstruman û malzemeyên muzîkê şewitandine. Rayedarên Talîbanê dibêjin muzîk di Îslamê da heram e û kesên karên muzîkê dikin gunehkar in. Jiber yasaxên li ser muzîkê li Kabula paytexta Afganistanê çarşîyên tarîxî yên muzîkê hatine girtin, dikanên cil û xwarinê ketine şûna dikanên enstrumanan. Bi vê rewşê, hinek muzîsyen ji Afganistanê derketine, hinekan jî karên xwe yên muzîkê mecbûrî berdane û dest bi karên din kirine. Kesên karên muzîkê dikin, li malan veşartî, bi dizî vî îşî dikin. Neslên nû radibin, bêyî ku kesî bi xwe bihîsinin dersên muzîkê distînin.Aljazeereê Sibata 2025an ser rubabê, ser enstrumana milî ya Afganistanê xeberek hazir kiriye. Di xeberê de ostayekî jiber yasaxan rubaban bi dizî çêdike, dibêje bi vegera Talîbanê ra mişterîyên wî zêde bûne. Osta dide zanîn ku muzîsyen ji Afganistanê derketine û çûne Îranê, jiber ku muzîk li wir ne yasax e, ew li wê xurbetîyê sebra xwe bi rubabê tînin. Talîban bi derketina Amerîka ra sala 2021ê vegerîya Kabula paytext û kontrola dewletê jinûve xiste destê xwe. Berî vê vegerê di mabêna 1996 û 2001ê da kontrola Afganistanê di destê Talîbanê da bû. Li gor rayedarên Talîbanê, muzîk arezûyên nefsî gur dike, gêncan ji rê derdixe û zirarê dide exlaqê milet. 
Şev e, sar e, saet 1ê şevê ye, tarî ye. Sermaya payîzê heta hestiyên xwe jî hîs dikim. Lê belê ne xema min e çimkîîî hişê min ji bedena min xeyîdîye. Îro bedena min gote hişê min: “Ez nikarim vê stresa te hilgirim'' û xeyîdî. Heyv li jor tam di hîzaya min de ye. Ronahiya heyvê dide Behra Marmarayê û derdorê piçekî be jî ronî dike. Ez li ser kursîyê xwe yê kampê runiştime û motor û vapor, gemîyên di behrê de temaşe dikim. Hinek ji wan pir mezin in belkû bi tonan tiştan hildigirin. Ji wan re dibêjin yük gemisi, gemîyên bar li ser. Ez û gemîyên bar li ser em bê deng li hev dinêrin. Carinan ez jî xwe mîna wan hîs dikim. Heçkû barekî pir giran li pişta min e. Lê dizanim ku tenê serê min pir tije ye û ew jî ji min re dibe bar.Welhasil dîsa xew nekete çavê min û min xwe berda jêra mala xwe û li ber behrê rûniştim. Naxwazim bi kesî re biaxivim, qet naxwazim biaxivim jî. Singa min teng e û dixwazim tama vê singtengiyê tena serê xwe bikişînim. Dixwazim tama êşê, kederê û hesretê bistînim, dixwazim singa min ew qas teng bibe ku ez tı carî vî hestî ji bîr nekim. Hestekî nexweş e. Lê belê pir bi tam e, êstiran ji çavên min tîne lê xweş e. Di guhê min de strana Ahmet Kaya “ Beni Tarihle yargila” lê dixe. Ez jî bi Ahmet Kaya re dibêjim “beni bilimle anla iki gözüm, felsefeyle anla ve tarihle yargıla” Dema ez vê strana Ahmet Kaya guhdar dikim xwe têda dibînim û wekî wî li hember işq û evînê îsyan dike dilê min. Nema ji jîyanê tamê distînim. Tiştên min jê hez dikirin çûn û çûn, kêfxweşîya min jî li pey wan pişta xwe da min û çû. Dîsa bi Ahmet Kaya re dibêijm, “Beni yaşamımla sorgula iki gözüm, beni yüreğimle, beni özümle, bilimle anla beni, felsefeyle anla beni, tarihle anla beni veeeee öyle yargıla.'' Naxwazim wergerînim, ew stran jî wisa qedîya û çû. Guhdar Dilazad EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast
Amerîka 3yê Qasima 2026an bo hilbijartinên nîvdemî, bo midterm elections, çû ser sindoqan. Di hilbijartinan da li hember Komarîyan, li hember Cumhurîyetçîyan yanî, kêf bû kêfa Demokratan ku wan li çend eyaletan navên xwe li tarîxê nivîsîn.  Ji vê tarîxê navek jî Abdul El-Sayed bû, bi vî navî li Amerîka cara pêşî ye Mislimanek dibe senator. Abdul El-Sayedê bi eslê xwe ji Misirê ye ji eyaleta Michiganê hat hilbijartin. Michigan merkezeka Amerîkîyên Ereb e. Serokê Amerîka Donald Trump di mîtîngekê da ser Abdul El-Sayed gotibû ew cîhadîst e û paşê jî gotibû berî ew here Senatoyê gerek di dedektorên metal ra derbaz bibe. Abdul El-Sayed sala 1984an li Detroitê hatiye dinê. Hîn î 3 salî bûye dê û bavê wî ji hev veqetîyane, damarîya wî Jacqueline Johnson ew xwedî kiriye. Li unîversîteyên Michigan û Columbia tib xwendiye Abdul El-Sayed û ser epîdemîyolojîyê xebitîye. Kampanyaya xwe ya hilbijartinê bi polîtîkayên çep meşand Abdul El-Sayed, got seba dewlet xizmetên rind bide û herkes jê îstîfade bike, gerek mîlyarderên mezin bac û xeracê bidin û wî desteka Amerîka ya bo Îsraîlê jî da ber top û tîran. Di mîtîngekê da Abdul El-Sayed ji Amerîkîyan got ku pereyên ku hûn didin dewletê li şûna ku bibin bombe û li xelkê û li zarokên wan kevin, gerek jibo we û zarokên we werin xerckirin, fehmkirina vê meselê ne zor e. Abdul El-Sayed ser operasyonên Îsraîlê yên li Gaza dibêje jenosîd e, lê Îsraîl vê sûcdarkirinê heta niha jî red dike.Reqîbên Abdul El-Sayed dibêjin danûstandinên wî bi Îxvanî Muslimîn ra hene ku ew li Misirê hereketa herî mezin û herî kevn e.Wê hereketa sosyal, sîyasal û Îslamî sala 1928an bi rêberîya Hasan El Benna destpê kiriye û xêncî Misirê li Urdun, Surîye û li welatên din ên şerqî deng daye. Li hêla Filîstînîyan, Harekat el-Muqawamah el-Îslamîye, bi Kurmancîya wê Hereketa Berxwedana Îslamî, bi kinkirina wê Hamas ji Îxvanî Muslîmîn çêbûye.Îxvanî Muslimîn piştî serhildana Bihara Ereban ya 2011an bo demeka kin hatibû îqtidarê. Abdul El-Sayed dibêje ti dostanî û danûstandina wî bi wan koman ra tune û ew li gor qanûnên Amerîka hereket dike, û bang li Amerîkîyan dike ku ne li eslê wî ne li dînê wî, lê li polîtîkayên wî binêrin. 
🎉♥️🎧Di vê xelekê da guhdarên me yên delal xeleka 500î ya Perxudres Podcastê pîroz dikin. EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast
Nivîskar Sevîm Hatun bi dengê Mecîdê Hemgulî di kitabekê da destanên hêla Efrînê kom kirine. Kitaba destanên nola Dewrêşê Evdî, Edla Emer Begê, Eyşa Îbê, Tahîr Begê Lawîn û Lewend Paşayê Narîn têda, Eylûla 2026an bi etîket û kalîteya Wardozê derketiye ku ew weşanxane pirtir bi karên xwe yên ser folklorê tê naskirin. Di pêşgotina kitabê da Sevîm Hatun dibêje fikra vê kitaba destanên ser hêla Efrînê ji destana navê wê ‘’Ûs û Ezîz’’ çêbûye ku mamostayê wê Omer Delîkaya xwestiye ew ser bixebite. Li gor gotina Sevîm Hatun, Omer Delîkaya berê wê xisusî daye edebîyata devkî ya hêla Efrînê ku heta niha kêm xebat, pir kêm xebat ser çêbûne.Bi destana Ûs û Ezîz dengê Mecîdê Hemgulî cara pêşî li guhên Sevîm Hatunê ketiye. Sevîm Hatun dibêje ‘’Di qeyda kilamê da ku min lê guhdarî kir Mecîdê Hemgulî dipeyîvî, xwe teqdîm dikir û kilama xwe dida nasîn, bi deng û şêwaza xwe ya nazik û henûn xeber dida û kilam digot. Dema min guh dida kilamên Mecîdê Hemgulî, ji min ra dibû meraq û min dixwest bizanibim ku ew kî ye û dengê wî çawa ewqas xweşik hatiye qeydkirin’’ Dewam dike Sevîm Hatun, dibêje ‘’Min berê jî gelek destan û kilam ji qeydên bandan guhdarî kiribûn, di wan da hem deng zelal nebûn, hem destan û kilam kamil nebûn û bi ser da jî deng cih bi cih qut dibû. Lê dengê Mecîdê Hemgulî ne qut dibû ne jî difetisî, bi dengekî zelal bi şêwazeka estetîk, di gel tembûrê distra û her distra’’ Efrîn, ew bajarê li hêla Çîyayê Kurmênc dereka berteng e, ji bajarên din ên Kurdan hinekî qut bûye û vê yekê jî kiriye ku kilam û destanên wê xas bin, xas bimînin. Mecîdê Hemgulî li Efrînê bi nav û deng e, lê derên din deverên din wî pir nas nakin. Sevim Hatun di xebata ser Mecîdê Hemgulî da ji YouTubê ji kanala navê wê Jindires îstîfade kiriye; ew kanala bi kar û kedên Arif Hesen û Ebdulwehab Ebdulhenan û çend kesên din deng û dîmenên sazbend, tembûrvan, dengbêj û şairên Çîyayê Kurmênc diweşîne. Mecîdê Hemgulî sala 1922yan li gundê Gazê yê Tilifa Efrînê ji dayik bûye û sala 2007an, 85 salî li Helebê wefat kiriye. Tembûrvanê wî Wehîd Xelîl ser Mecîdê Hemgulî dibêje ‘’Mecîd bi herbî bû, bi hûd bû, û muhîd bû, wek behr bû talîya gêndî tune bû. Merivekî qebadayî bû, tiştê kêm lîyaqê xwe nedidî. Peya bû. Kilamcî bû. Kî çax mir Mecîdê Hemgulî rakirin ser destan..’’ Berê ji xalanên xwe kilam rakirine Mecîdê Hemgulî, dûra guhên xwe daye ser Evdê Şe’rê ku ew rêber û pîrê dengbêj û sazbendên hêla Efrînê tê hesibandin. Ti qeyda dengê Evdê Şe’rê tune, lê tê gotin ku Mecîdê Hemgulî gava kilam û destanên wî gotine, şorek ne jê kêm kiriye, ne lê zêde kiriye.Mecîdê Hemgulî destan û kilam bi devoka xwe ya Efrînê gotine, tesîra zimanê Tirkî û Erebî li vê dîyalektê ketiye. Bes Sevîm Hatun dibêje Mecîdê Hemgulî kilam û destan li gor qalib û qaîdeyên wan gotine û zimanê wî sade û siwar e, ew ji peyvên kevn û kêmnas dûr sekinîye.  Ji Diyarbekir e Sewîm Hatun, dibêje, famkirina devok û dîyalekta Efrînê di sêrî da çetin hat bi min, lê dibêje bi destekên nas û dostên ji hêla Çîyayê Kurmênc ez hêdî hêdî bûm guhnasê gotinên wan dema ser kilamên Mecîdê Hemgulî xebitîm.  Di kitaba ser Mecîdê Hemgulî da 15 destan û 7 kilam hene. Bi vê kitabê cara pêşî hemû repertiwara dengbêjekî Efrînê hatiye nivîsîn. Gotina Sevîm Hatunê ye di pêşgotinê da: Hêvî dikim ev kitêb ji bo parastin û pêşxistina mîrata qedîm a Çîyayê Kurmênc bibe gaveka mifadar. EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast
loading
Comments