Discover
Raportên Peyamnêran
Raportên Peyamnêran
Author: SBS
Subscribed: 0Played: 0Subscribe
Share
© Copyright 2025, Special Broadcasting Services
Description
Peyamnêrên me raporên herî dawî tînin ber destê we. Hatice Kamer ji Amedê û Ehmed Xefûr ji Hewlêrê, çîrok, hevpeyvîn û raporên çandî ji Herêma Kurdistanê û ji deverên kurdan li Tirkiyê pêşkêş dikin. Pir caran, ev materyal ji hêla vegotinên sereke ve têne paşguh kirin.
40 Episodes
Reverse
Di nav du mehan de li Tirkiyê 58 jin hatin kuştin, ku di 18ê mehê de şeş jin di rojekê de bi destê hevjînê xwe hatin kuştin. Yek ji wan, jineke 33 salî bû li bajarê Wanê. Hevjînê wê bi efuyê ji zindanê derketîye ku wî li ber çavên çar zarok û xwesiya xwe, hevjîna xwe Gonul Alkan bi derbeyên kêrê kuşt, ji ber ku Gonul telaqa xwe xwestîye.
Navenda Laliş ji bo xizmetkirina tevahiya civaka Êzidî li seranserê cîhanê hatiye avakirin. Lewma ji nuha ve daxwaz hatiye kirin ku bêtir giringî bidin Navenda Lalişê û li welatên cîhanê yên ku civaka Êzidî lê dijîn, liqên nû yên Navenda Laliş bên vekirin, da ku bêtir xizmeta civaka Êzidî bikin.
Roja 21ê Şibatê, Roja Zimanê Dayikê ye. Li Amedê jibo wê rojê komele û tevgerên zimên bernameyên curbicur amade dikin. Demet Ceylan behsa van bernameyan dike.
Helbesta ‘’Ez xortê Kurd im, pir bi nav û deng", xwediyê wê, rewşenbîr, dîrokzan, zimanzan û nivîskarê Kurd Mehmet Emîn Bozarslan e, ku li welatê Swêdê koça dawî kir. Bozarslan ji Amedê ye û 49 salan ji welatê xwe dûr bû.
Baregeha Mesûd Barzanî ragihand ku roja Duşemê 9î Şibatê peywendiyeke telefonî di navbera rêzdar Mesûd Barzanî û Tom Barack, Nûnerê Donald Trump jibo karûbarên Sûriyeyê de hat encamdan, û tekeze li ser berdewamiya hevalbendiya gelê Kurdistanê û Amerîkayê kirin. Herweha di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê behx li ser dirêjkirina pêkanîna hukumeta Iraqê, û rênekeftina Partî û Yeketî li ser posta serokkomar ku qet li ser wê postê rênakevin.
Serokê Partiya Netewperwer (MHP) Devlet Bahçelî roja Sêşemê li parlemena Tirkiyê got ‘Divê mafê hêviyê bidin Ocalan, Demirtaş jî azad bibe’. Bahçelî duyemîn care jibo Ocalan behsa mafê hêviyê dike. Hevserokê DEMê Tuncer Bakirhan jî banga Bahçelî bi erênî dibîne lê dibêje divê ev bang ji hukûmetê be. Ji aliyê din ve Wezareta Karê Navxwe li 22 bajaran operasyoneke berfireh li ser partî û dezgehên sosyalîst û çepgir pêk anî, 96 kes hatin desteserkirin ku di nav wan de şeş rojnamevan û serokê Partiya Sosyalîstên Bindestan (ESP) Murat Çepnî jî heye.
Çavdêrên mafên mirovan dibêjin, pêvajoya serkutkirina Komara Îslamî ya Îranê li dijî xwepêşanderan, li gorî mafên navnetewî, belgeyeke eşkere ya sûcê li dijî mirovahiyê ye. Divê navendên serbixwe û navnetewî ji bo eşkere kirina hûrgiliyên zêdetir derbarê kuştinan de gavên neraziyê gavan bavêjin. Her wiha hatiye eşkerekirine ku hejmara kesên girtî zêdetirî 20 hezar kesin li Îranê. Kesên birîndar bûne, ji ber tirsê û ji bo ku neyên girtin, serî li navendên tenduristiyê nadin.
Rewşa Rojava, li Tirkîye, li bajarê Kurdan dibe sedema nerazîbûnê û ji Amedê heta Wanê, ji Stembolê heta Nisêbînê bi hezaran Kurd ji bo piştigrîya Rojava li kolanan, di xwepêşandanan de beşdar bûn. DEM partî, civîna grûpa partîya xwe ya parlamenê, roja Sêşemê li sînor, li navçeya Nisêbînê, beramberê Qamişloyê lidarxist.
Bi hezaran kes ji her çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrîşên hukûmet û komên ser bi hukûmeta Sûriyê ve xwepêşandan pêkanîn. Wan bang li civaka navdewletî kin ku xwedî helwesteke cidî be heta Kurd neyên kuştin, birîndarkirin û girtin. Çend rojin şer û pevçûn di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hukûmeta Demkî ya Sûriyê de derketin derketin holê.
Bûyer û êrîşên li ser Kurdan, li bakurê Surîye, li Tirkiyê bi taybetî di nav raya giştî ya Kurdan de dibe sedema nerazîbûnan. Dayikên Aşitîyê bi otobêsan çûn Enqerê, li pêş Wezareta Karên Derve ya Tirkiye daxuyanî dan, helwesta Tirkiyê li hember van êrîşan şermezar kirin. Li parlemana Tirkiyê jî rojeva gotarên serokê MHP Dewlet Bahçelî û yê DEM Partîyê, Tuncer Bakirhan, mijara êrîş û pevçûnên li bakûrê Surîye bû. Gelo ev geşedan dikare bandoreke neyênî li ser pêvajoya ku li Tirkiyê didome, bike? KCK li ser van fikaran daxuyanîyek da û helwesta Tirkiyê rexne kir.
Bi hezaran kes li Herêma Kurdistanê daketin ser kolan û nerazîbûna xwe li dijî êrîşên hukûmeta Sûriyê û komên çekdar yên nêzîkî hukûmetê yên li ser taxên ku piraniya wan kurd in li bajarê Helebê nîşan dan. Di wan êrîşan de hejmareke ji xelkê sivîl hatine kuştin, birîndarkirin, girtin û windakirin. Ji ber vê yekê, berpirsên Herêma Kurdistanê li dijî van êrîşan daxwaz dikin ku êrîş û şer bêne rawestandin da ku xelk zêdetir nebe qurbanî.
Li Amed û li gelek bajarên Kurdan r din îsal berfeke zêde bariya, li nav bajêr de nêzikî mîtroyek berf ket û pileya germê daket bin sifirê -17 derece. Pispor dibêjin ev afat û karesat e ku jiyana rojana asteng dike. Herweha di naveroka raporta Hatice Kamer ji Amedê gehs li ser gelo pêvajoya derbarê pirsa Kurd li Tirkiyê ji ber pêşketinên li bakur-rojhilatê Sûriyê di bin metirsiyê de ne, Serokê MHP Devlet Bahçelî jibo HSD û Mazlum Ebdî çi got û Dem Partî çi bersîv da?
Heta niha 81 kesan xwe ji bo wergirtina posta serokkomariya Iraqê kandîd kirine. Postên neteweya Kurd di nav hukûmeta Iraqê de her car rûbirûyî pirsgirêkan dibin û partiyên Kurdî li ser kandîdekî lihev nakin, lewma di dawiyê de bi piroseyeke aloz û tiji pirsgirêk re derbas dibe. Posta serokwezîrtiyê dikeve para pêkhateya Şîe zû zelal dibe, û posta serokatiya parlamenê jî jibo Suneyan hatiye danîn, ew jî bê pirsgirêk çareser dibe. Zêdetir derbarê mijarê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
Şîe, Sunne û Kurd hewl didin ku postên bilind yên wekî Serokwezîrê Iraqê, Serokkomar û Serokê Perlemanê di nav xwe parevebikin. Şîe postê Serokwezîriyê, Sunne postê Serokê Perlemanê û Kurd jî posta Serokkomariyê dixwazin. Lê pirsgirêka sereke ewe ku tu alîyekî ji van her sê pêkhateyên sereke di nav xwe de li hev nekirine. Ji alîyekî din ve, xelk û berpirsên Besrayê daxwaz dikin ku "Herêma Besrayê" bête avakirin. Ev daxwaz çendîn car bi rêyên cuda hatîye kirin; yek ji wan bi xwepêşandanan.
Firoka Wezîrê Berevanîyê yê Lîbyayê Muhammed Al Haddad li nêzikî paytexta Tirkîye, Enqerê ket. Digel Wezîr pênc kesên din di firokeyê de mirin. Wezîr Al-Haddad, ji aliyê Wezîrê berevanîya Tirkîyê Selçuk Bayraktaroglu hatibû vexwendin.
Li Amedê hefteyekê bernameyên kulturî çêbûn. Sêyemîn Festîvala Fîlman ya Amedê piştî heyşt rojan, di 14ê mehê de bi rêûresma xelata fîlman bidawî hat. Derhêner Ali Kemal Çinar bi fîlma ''Dîroka Wenda'' xelata Fîlma Metrajdirêj wergirt. Ji aliyê din ve, di 15ê mehê de, piştî neh salan, xelatên tekstên şanoya Kurdî jî hatin belavkirin. Di 7emîn xelatên Evdirehîm Rehmî Hekarî pêşbazîya Nivîsandina Lîstikên Şanoyê yên Kurdî de îsal xelata Yekemîn dan Îbrahîm Kazimî jibo teksta wî ya bi navê "Kela Dimdimê".
Piştgirên yaneya werzişî ya Zaxo, mezin û biçûk, li derveyî malên xwe şahiyan ji bo bidestxistina xelata FIFA ya piştgirên Herî Baş ên Sala 2025 diyar dikin. Bi hezaran kes ji bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê xwe gîhandin stadyoma navneteweyî ya Zaxoyê û beşdarî şahiya mezin bûn.
Sêyemîn Festivala Fîlimên Navnetewi ya Amedê di 7ê mehê de li Amedê destpêkir û dê hefteyekê bidome. Di nav hefteyekê de 84 fîlim tên nişandan. Bi dehan derhêner û hunermend jî beşdar dibin. Diruşma Festîvalê “Dinya bi Çîrokan Tê Cem Hev”. Li alîkî din Komîsyona Parlementoya Tirkîyê bi gohdarkirina Abdullah Ocalan, dawî li proseya gohdarîkirina kes û sazîyan anî. Niha her partîyek di komîsyonê de li ser vê pêvajoyê pêşnîyar û fikarên xwe amade dikin.
Piştî baraneke dijwar ku vê hefteyê li seranserê Herêma Kurdistanê bariya, lehiyên berfireh çêkir, herî kêm çar kes mirin, bi dehan kes jî birîndar an jî winda e, û bi sedan mal û kargehan zirar dîtine. Herî zêde bandor li navçeya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê bûye. Roja Sêşemê gera 12ê ya Festîvala Fîlmên Navdewletî ya Duhokê dest pê kir. Ev Festîval ji 110 fîlman pêk tê û dê hemî werin nîşandan, 45 fîlmên Kurdî û 65 jî biyanî ne. Festîvala Fîlmên Navdewletî ya Duhokê dê ji bo heyşt rojan berdewam bike.
Bikaranîna çekên neqanûnî û bêdestûr dibin sedema bûyerên nebaş û xirab, ku di encamê de kuştin û birîndarbûna mirovan çêdibe. Berî çend rojin li gundê Lacanê yê bi ser Parêzgeha Hewlêrê ve xwepêşandanek çê bû, ku têde kesek hate kuştin û şeş kesên din jî birîndar bûn. Hêzên ewlekariyê çend kesên ku alozî çêkiribûn girtin. Di heman xwepêşandana li gundê Lacanê de, rojnamevan û peyamnêr rastî îşkence û şikandina kelûpelên xwe hatin.






















