DiscoverPerxudres Podcast
Perxudres Podcast
Claim Ownership

Perxudres Podcast

Author: Ömer Faruk Baran

Subscribed: 4Played: 190
Share

Description

Perxudresê sala 2015an bi blogê dest bi weşanê kir. Li ser zemîna wê blogê Adara 2022yan Perxudres Podcast çêbû. Perxudres Podcastê notên ser kultur, sanat û edebîyatê weşandin û berî ku saleka xwe qut bike xelateke rojnamevanîyê sitand. Nîsana 2024an, Perxudres Podcast qulibî notên ser heyatê û jibo aboneyan dest bi şandina bultena xwe ya bi fotograf û metnên podcastan kir. Perxudres Podcast bi edîtorîya Omer Faruk Baran her Pêncşem di saet 5:50 pm de xelekeka nû diweşîne.

omerfarukbaran@hotmail.com

https://perxudrespodcast.substack.com
145 Episodes
Reverse
46. Şewat

46. Şewat

2023-01-1902:43

Di vê beşê de xweşewitandina du kesan heye.
Di vê beşê de şopên li ser rîya heyata Süleyman Nazif hene.
Di vê beşê de di ser xelateke bo Perxudres Podcastê re lêborîn û îthafek heye. Foto: Qesîm Etmanekî, Stenbol - 2022.
Di vê beşê de dengê makîneyeke analog heye.
Di vê beşê de dostanîyeke li dora Musa Anter û Safiye Ayla û Rahşan Anter heye.
Di vê beşê de merasîma cenazeyekî û şiîrek heye. Foto: Wêranşar, 1977.
Di vê beşê de ser mîzaha Mahmûd Lewendî çend gotin hene.
Ji ⁠⁠perxudrespodcast.substack.com⁠⁠ tu dikarî li metn û fotografên vê podcastê binêrî. 📝📷 Eger tu bibî abone -belaş e- wê bultena Perxudres Podcastê her Pêncşem di saet 5:50 pm de were ser e-maila te. 💌 Te dît ku tu nikanî ji Substackê bibî abone ji omerfarukbaran@hotmail.com re silavekê bişîne, ewê te bike abone. ☘️ Perxudres Podcast li ser sosyal medyayê tuneye, loma jî destekên te pir muhîm in. 🙏🏼 Desteka mezin ew e ku tu lînka Perxudres Podcastê ji nas û dostên xwe re bişîni. 🔗 Bîr meke ku li orta bazara podcastan tu yî guhdar, tu heyî û heye Perxudres Podcast. ❤️

Ji ⁠perxudrespodcast.substack.com⁠ tu dikarî li metn û fotografên vê podcastê binêrî. 📝📷 Eger tu bibî abone -belaş e- wê bultena Perxudres Podcastê her Pêncşem di saet 5:50 pm de were ser e-maila te. 💌 Te dît ku tu nikanî ji Substackê bibî abone ji omerfarukbaran@hotmail.com re silavekê bişîne, ewê te bike abone. ☘️ Perxudres Podcast li ser sosyal medyayê tuneye, loma jî destekên te pir muhîm in. 🙏🏼 Desteka mezin ew e ku tu lînka Perxudres Podcastê ji nas û dostên xwe re bişîni. 🔗 Bîr meke ku li orta bazara podcastan tu yî guhdar, tu heyî û heye Perxudres Podcast. ❤️
138. Mirin û Destpêk

138. Mirin û Destpêk

2024-04-2507:33

https://perxudrespodcast.substack.com/p/138-mirin-u-destpek Ji vê lînka li jor tu dikarî temamê metna vê podcastê bixwînî û li fotografan binêrî. Eger tu bixwazî wê her hefte bultena Perxudres Podcastê were ser e-maila te. Jibo pirs, şîret, teklîf û pêşnîyazan tu dikarî ji omerfarukbaran@hotmail.com re jî binivîsî.
Guhdar Ş, 

E-maila te wer di wexteka wer de hat ku ez pê hinekî bişirîm, kenîyam û pê min kesereka kûr kişand, spas. Mektûba te şandî hat bîra min, te par van çaxan şandibû dîsa û min ser te gotibû guhdarê esrarengîz, ew î tu. 

Te di e-maila xwe de gotiye ku tu min li kafeyên Diyarbekir dibînî û silavekê jî li min nadî, tu rind dîkî, ez bim ez jî silavê min nadim. Rast e ez ekserî bi tenê rûdinim li kafeyan, ya karê min heye li ser laptopê, ya ez li defterekê tiştekî yazi dikim, ya ez kitabekê dixwînim, ya di destê min de kamerayek ez li fotografan dinêrim ya jî bi muzîkan dikevim xem û xeyalan û dûr dikevim ji kafeyê. Tu werî silavekê li min bidî ezê bi kubarî û kêfxweşî bêjim ser seran kerem ke rûne, lê ewê sohbeta me bi serê zimên be, kin be û belkî tuyê bêjî çiqas însanekî qebe û qure ye yaw, lê ewê fikreka şaş be. 

Çira wê fikreka şaş be, ez bêjim. Ez berê jî pir nediçûm civat û cimaetan, lê piştî sala 2020î ro bi ro sosyal fobî li min zêde bû. Însanan ez pir êşandim, westandim û ez jî vekişîyam halê xwe, hindurê xwe. Îcar bi vî halî sohbet jî sar dimînin hinekî. Nîyeta min ne sarkirina sohbetê ye, lê sohbet sar dimîne, ez çi bikim. 

Tu kanî bêjî êê tu cewabeka samîmî didî mektûb û e-mailan.. Mektûb û e-mail cihê ne heyran, di wan de nivîs heye, bi nivîsê ez kanim xwe îfade bikim, lê di peyivînê de pir caran kêm dimîne gotina min. Belkî va jî nexweşîyek e, nizanim. 

Ez jî nola te ji Diyarbekir hez dikim. Heyata min ji 2013an vir ve li Ofîs û Sûrê ye. Li vî bajarî heta pir ne mecbûr be ji Ofîs û Sûrê dernakevim. Eger îmkanên min çêbin û li Sûrê maleka min hebe ezê tew ji Sûrê jî dernekevim. Zati hinek kes êdî min Diyarbekirî jî dihesibînin. Nola berê bêrîya Urfa û Sirûcê nakim çinku. 

Em werin ser depresyonê. Te gotiye tu xwe bi îmkanên xwe ji depresyonê xelas dikî, pir rind e. Psîkolog, psîkîyatrîst, heb û derman, madî û manewî barên giran in vî zemanî. Aman ha tu bi dermanan nekevî, ji alkolê xerabtir in. A rast ez dixwazim behsa tiştên pozîtîf bikim, ne stres û depresyon. Lê ne ez û tu, lê li Tirkîyê tu dibêjî qey psîkolojî xerab bûye. Gorey îstatîstîkên Spotifyê, sala 2023yan li Tirkîyê milet tewrî zêde li podcastên ser psîkolojîyê guhdar kiriye. 

Min pir behsa tiştên negatîf nekir sala 2023yan, bes Perxudres Podcastê bi îstatîstîkên xwe tevî ku tek hesabeka wê ya sosyal medyayê tune jî bi xêra guhdarên nola te sadiq ferqeka mezin avêtiye podcastên din yên bi Kurmancî; spas û barek silav bo te. omerfarukbaran@hotmail.com
Platforma muzîk û podcastan, Spotifyê lîstên 20223yan eşkere kirin. 

Gorey qeydên Spotifyê sala 2023yan ku li ser hev kî min tam 28 royan li muzîkê guhdarî kiriye ku li gor platformê ez guhdarekî rind im. 

Strana ku min tewrî zêde lêxistiye ji Soroush Malekpoor Ah Yalan Donya ye. Saleka ne xweş bû 2023. Min hêvîya xwe ji pir tiştan birrî, pir tişt bi min bêmehne û pûç hatin, dilê min pir şikest. Loma jî min pir xwe li vê stranê girt. 

Li rêza 2’yan ji Sezen Aksu - Kavaklar heye. Hez dikim ji vê stranê. Min hevalekî xwe re jî got, wasîyeta min e, ku ez mirim, piştî definkirinê tuyê li bendê bî ku herkes here, û tuyê vekî vê stranê du caran lêxî li ber tirba min. 

Strana li li rêza 3’yan jî bi dengê Soheyla Khaje ji hêla Îranê ye. 

Ez îsal pir çûm Dêrsimê hatim. Bihar havînê ku xulqê min teng dibe ez lêdixim darim Dêrsimê û li rê ez saz û stranên Elewîyan vedikim. Bi dengê Özlem Tanerê Şah Aşkına li rêza 4an e. 

Zeytin Gözlüma Tarkan li rêza 5an e. Min va strana tercûme jî kiribû. Bi qasî tê bîra min dayikekê ser kurê xwe yazi kiriye. Straneka rê ye. 

Hinekî ser muzîka Urfayê jî şixulîm ez îsal. Ez jî êdî tam zanim ku heqîqeten jî Urfa merkeza muzîkê ye. Ji şeveka bi dengê Kazancı Bedih û Seyfettin Sucu, Gözleri Fettan Güzel li rêza 6an e. 

Ji Radiodervish - Erevan li rêza 7an e. Çi dibêje nizanim, fehm nakim. Zanim stran straneka royeka eşqê ye. Wanî te dil daye, tu hez dikî, tu zanî ji te hez dike û li dinê çi dibe çi diqewime ne xema we ye. Bes eşq, bê şer bê kaos, hez û hurmet. 

Muzîkeka Çerkezan, muzîkeka Gokhan Şen li rêza 8an e. Bi min tim huznî tên muzîkên Çerkezan, nizanim ji çi ye. Di deng û rengê vê muzîkê de jî huzn heye. Kanim rûnim li ber bigirîm bi xem, bê xem. 

Ji Kazım Koyuncu hez dikim. ‘’Anılar Düştü Peşime’’ ekserî dema ez berbangan radibûm dimeşîyam min vedikir lê guhdarî dikir. Xatira hatin ketin bîra min, xew nekete çavên min, dibêje Kazım Koyuncu, stran li rêza 9an e. 

Li rêza 10an ji Yeni Türkü - İmkansız heye. Sala 2023yan heyat giran bû bo min, îmkan çi bûn, îmkan çûbûn. Muzîk, gava ji Dêrsimê vedigerî Diyarbekir û deng. Bira rê neqede, bira rê neqede, bira rê neqede.
Daweta wê xemê.
Fîlmeka Ser Kuştinê ji dekaloga Krysztof Kieslowski nola navê xwe fîlmeka ser kuştinê ye. 

Di fîlmê de Kieslowski bi senaryoyeka sade his û hesasîyetên ser sûc û cezayan raber dike. 

Gêncekî boş û betal dibe qatil di fîlmê de û avûqatekî nû dest bi meslekê kiriye avûqatîyq wî dike. 

Sûc û ceza ji Habîl û Kabîl vir ve hene û heta niha jî kesî nedîye ku cezayên jibo sûcan têne dayîn dinê xweştir kirine. Hinekên ser sûc û cezayan serên xwe êşandine, dibêjin mexseda cezayan gerek îslehkirin be, eger îslehkirin tunebe ceza jî bêmehne dimîne. 

Hepsên hikûmetan hene, lê sedsala 21ê hîn jî heps nebûne cihê îslehkirinê. Ceza jibo îslehkirinê ne, jibo girtin û kontrolkirinê têne dayîn. Cezayê kuştinê lê? Gerek kuştin be cezayê kuştinê? Kieslowski di roportajekê de dibêje ew îdamê qebûl nake, nabe ku yek seba kuştina yekî were kuştin. Meseleyên însanan, meseleyên giran, meseleyên hebûn û nebûnê. Loma ha te fîlmeka Kieslowski sêr kiriye ha te kitabeka Dostoyevsky xwendiye, eynî ye. Ömer Faruk Baran omerfarukbaran@hotmail.com
133. Dizên Traktoran

133. Dizên Traktoran

2023-11-2703:51

Sînefîlan, kesên ser sînemayê dinivîsin, dişixulin çend caran ji min re gotibûn ku tiştekî meke here “Bisiklet Hırsızları”yê sêr ke. Bi navê xwe yê orîjînal î Îtalyanî Ladri Di Biciclette, ku mehneya wê Dizên Pisiqlêtan e û fîlmeka sala 1948an e, ancax talîya 2023an re bû nesîbê min ku ez rûnim wê sêr bikim. 

Piştî sêrkirina Dizên Pisiqlêtan min jî heqek da wan sînefîlan ku vê fîlmê di tarîxa sînemayê de datînin cihekî muhîm. Mîna ez kitabekê bixwînim min fîlm bi heyranîyekê sêr kir û ez pê çûm zarokîya xwe. 

Serê salên 2000î bû. Traktora me hatibû dizîn li Sirûcê. Girîyên jinan ji bîra min nare, eynî nola jina wî mêrikê fîlmê, wî mêrikî pisiqlêta wî tê dizîn digirîyan. Peya jî piştî çûbûn xeber dabûn polîsan li hev kom bûbûn ku çarekê bibînin, tevdîrekê bigerînin ser traktorê. 

Di meseleyên dizîyê de trajedî û trawma çiqas giran dibin însan jî ewqas nêzîkî sir û efsûnan dibin; seba li hêvîya tiştekî bin û xwe li heyatê bigirin. Eynî nola fîlmê, eynî nola bav û kurê bo rewşa pisiqlêtê ho bibin darin cem jineka li fehlan dinêre, çend mezinên min jî seba em traktorê bibînin ez rakirim birim ba xocekî li Nizib. Wê çaxê digotin li filan gundî sîlehek hatiye dizîn, û wî xoceyî jî bi xwendinîya xwe tespît kiriye ku sîlah li filan derê, li filan talê, li koka filan darê hatiye veşartin. 

Ez zarok im hîn, em darin cem xoce lê seba çi min jî dibin ez tam nizanim. Tenê zanim ku li rê em birçî bûne, em çûne restoroneka rind û min bi kebabeka tehma we ne îşê îşan xweş zikê xwe têr kiriye. 

Neyse, em li Nizib çûn maleka mîna koxikekê, mezinan silav li xoce dan û em rûniştin. Piştî mezinan hal-mesele gotin, xoce ji min xwest ku ez rabim herim avdestekê bigirim û vegerim werim rûnim. 

Cih raberî min kirin, ez çûm min bi tirs avdest girt û ez vegerîyam hatim hinda xoce, rûniştim. Metn çi bû nizanim, mîna pelgên Quranê hinek pelg hebûn li ser sehpaya li pêş xoce, qedehek av, defterek, qelemek û gustîlek. Xoce ji min xwest ku ez li ava di qedehê de binêrim, min nihêrî, dûra ji min xwest ku ez li gustîlê binêrim, min nihêrî, xoce gustîl ji sehpayê rakir, rakir jor û berda, gustîl liq û ket avê. Dûra li defterê tiştek yazi kir xoce û kaxeta yazi lê ji defterê qut kir û qexat di avê da kir, kir pistepist û anî kaxeta şil li rûyê min zeliqand. Çavên min girtî, tiştekî nabînim. Xoce bi dengekî ku xof xiste hindurê min got, “wê niha werin.. 

Deng ji herkesî hatiye birîn, solix û nefesan nabihîsim. Çavên min girtî ne, lê zanim ku herkes bi meraq li min dinêre, li devê min. ‘’Hatin?’’ got xoce, ‘’Na’’, min got. Dîsa kir pistepist û got ‘’Wê niha werin, bipirse, bêje kê traktor bir, çend kes bûn, çûn kîjan hêlê..’’ Sankî mejîyê min dirijiya çavên min, behrek mesele dihatin bîra min, lê kes nedihat ku ez jê traktorê bipirsim. 

Xoce rabû careke din, jinûve gustîl avêt avê, li kaxetê nivîsî û ew anî li rûyê min zeliqand, lê çi fayde, dîsa kes nehat. Hêvî ji min hatibû birîn û ez pir mehcûb bûbûm. Sankî sûc sûcê min bû, sankî min dizîbû traktor, sankî min traktor nedîbû, sankî min pir fedî kiribû, sankî. 

Ömer Faruk Baran
omerfarukbaran@hotmail.com
132. Ax Derew Dinya

132. Ax Derew Dinya

2023-11-2701:19

Düttürü Dünya ji sala 1988an fîlmeka Zeki Ökten e. 

Fîlm heyata muzîsyenekî feqîr î di halê xwe de raber dike. 

Karekterê muzîsyen Kemal Sunal dilîze, li payvonên Enqerê pif dike klarnetê. 

Sahne û sekansên li pavyonê ekonomî û edaletê didin ber hevdu, didin fikirandin. 

Bo min bû surprîz: Yardimciyekî Zeki Ökten, Zeki Demirkubuz e di Düttürü Dünya de. 

Berê min di dersên sînemayê de bihîstîbû ku Zeki Demirkubuz şagirtê Zeki Ökten e, lê herhal ez cara pêşî di jenerîkekê de li vê malumatê rast hatim. 

Qey loma ye Zeki Demirkubuz jî di fîlmên xwe de li ser rêka ostayê xwe sahne û sekansên li pavyonan rind zane, rind dane. 

Kader mesela, fîlma Kaderê, Bekirê ku dil daye Uğurê.. Û Uğura ku li pavyonan nabêje Düttürü Dünya, lê dibêje Ah Derew Dinya. Ömer Faruk Baran omerfarukbaran@hotmail.com
loading
Comments 
Download from Google Play
Download from App Store