Piştî dehsalan nakokî bi DYA re rêberekî Sûrîyê serdana Koşika Spî dike
Update: 2025-11-13
Description
Di serdaneke dîrokî û nakok de, serokê demkî yê Sûriyê Ehmed El-Şaraa li Washingtonê bi Serokê DYA Donald Trump re civiya - ev cara yekem e ku piştî bi dehan sal rêberekî Sûriyê li Koşka Spî tê pêşwazîkirin. Li gorî agahiyan, hevdîtin li ser rakirina cezayan, şerê li dijî terorê û ji nû ve tevlîbûna gengaz a Sûriyê di civaka navneteweyî de bûn. Lê civînê di nav Kurdên Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de - ku hevalbendên sereke yên Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de - xem jî derxistin holê. Ji bo ku em li ser van mijaran bêtir nîqaşê bikin, Sîrwan Qejjo, rojnamevan û lêkolîner ji Washingtonê bi me re ye.
Comments
In Channel



